Li Kanîresê di navbera eqrebayan de pevçûn derket û kesekî can da
PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li navça Kanîreşê (Karlıova) di navbera 2 malbatên eqrebayên hev de pevçûn derket û di encamê de xortekî bi navê Rodi Güngör (25) jiyana xwe ji dest da. Gumanbarekî ku di destê wî demançe hebû û hewl dida ku bireve hat binçavkirin.
Bûyer ber destê êvarê li taxa Cumhuriyetê çêbû û sedema pevçûnê nehat zanîn. Lê dema tîmên polîs û tenduristiyê diçûn ciyê bûyerê kesê bi navê S.K. ku demançe di destê wî de bû ji terefê polîsan de hat girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin