Li Semawe bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya
PeyamaKurd – Bombeyeke vedayî li ser rêya navdewletî ya Semawe, bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de teqiya.
Li gor çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê diyar kir; li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de teqiya û di encamê de tenê zerarên madî derketin holê.
Komeke çekdar a bi navê "Qasim El Cebarîn" berpirsyariya wê êrîşê girt ser xwe.
Ev êrîş piştî Rêberê Esayîb Qeys Xez'elî do êvarî diyarkiribû; êrîşkirina ser karwanên serbazî û serbazgehên Amerîkayê "armanceke rewa" ye û gotibû: “Êrîşkirina ser balyozxaneyê, ji sûdê zêdetir zerarê dide.”
Komeke çekdar a bi navê Eshab El Kehf jî di daxuyaniyekê de ji komên Muqaweme daxwaz kiribû; li her derê, karwanên serbazî û serbazgehên Artêşa Amerîka û Hevpeymanan bikin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin