Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke leskerî sand Qamisloyê
PeyamaKurd – Karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ji Herêma Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket.
Li gor çavkaniyên xwecîhî yên PeyamaKurd, karwana alîkariya leşkerî ya ku ji 30 barhilgiran pêk tê, ji deriyê sînor Tanfê, ber bi baregeha leşkerî li Rojava ya li bajarê Qamişloyê ve çû.
Bi vî awayî, Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Amerîka, di hundurê vê mehê de cara 4an, ji destpêka 2021ê jî cara 18an e karwana alîkariya leşkerî dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin