Li Semzînanê têlên elektrîkê qut bûn: Sênî bê elektrîk man
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde têlên elektrîkê yên Rûbaroka Şemzînanê qut bûne û şêniyên herêmê bê elektrîk mane.
Weke tê zanîn heftiya borî ji ber barîna berfa zêde û ba û bahozê, têlên elektrîkê yên bajarokê Rûbarokê li Şemzînanê qut bûn û welatî bê elektrîk man.
Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê dikeve sêgoşeya sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, ji bilindtirîn deverên zîncîreya Zagrosan tê hejmartin. Li devera Bêsosinê ku dikeve navbera Şemzînan û bajarokê Rûbarokê, îsal bi metreyan befir bariye.
Piştî rawestana berfê tîmên elektrîkê xwe gihandin cihê qutbûnê û hilkişiyan stûnên elektrîkê, da ku hêlên qut bûne bibestin. Tîmên elektrîkê, li bilindahiya 3 hezar metreyan, 30 pile jêr sifrê karên xwe kirin.
Berpirsê Beşê Şemzînanê yê Kompaniya Elektrîkê Erkan Çakirbeylî got: “Em li navçeya Şemzînanê, devera Bêsosinê bi tîma xwe hewl didin, qutbûna elektrîkê çareser bikin.”
Herwiha got: “Ev der digihe 2900-3000 metreyan. Tîmên me berf û qeşayên ser stûn û hêlên elektrîkê radikin û kêmasiyê çareser dikin. Rewşa hewayê zehmet be jî, em hewl didin elektrîka bênavber bigihînin welatiyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin