Li Iraqê DEAS têlên elektrîkê birî

07 August 2018 16:11 0 dîtin
Li Iraqê DEAS têlên elektrîkê birî

PeyamaKurd- Rêxistina DEAŞê elektrîka ku ji bajarê Kerkûkê diçe bajarên din birî. Birîna elketrîkê li dora 18 sietan dewam kir. Rêvebirê karê elektrîkê yê Kerkûkê Yalçın Mehdî ragihand ku ev hefeteyeke hema her roj elektrîk ji aliyê DEAŞêde tê birin û xeta saboteyên wan dewam dikin.

Mehdî got ku DEAŞ bêhtir êrîşê xeta elekrtîkê ya ku diçe Diyala, Selahaddîn û Mûsilê dike, wan dibire û bo tamîra xetekê çend roj pêwiste. DEAŞ dixwaze ku xelk li hemberê rêvebiriyê serî hilde da alozî peyda çêbibe.