Li ser agahdarkirinê, tîmên cendrimeyan bi sed kîloyan teqemenî girtin û îmha kirin

21 May 2022 20:03 0 dîtin
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendrimeyan bi sed kîloyan teqemenî girtin û îmha kirin

PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku ew agahî sitendine, li bajarê Bedlîsê li devera Milê Ezdînanê gelek teqemenî di bin erdê de hatine veşartin. Li ser vê agahiyê di 21 ê gulana 2022 an de li ser ciyê navborî operasyon hatiye kirin.

Di operasyonê de, di bin erdê de 11 bîdonên ku her yek ji wan 30 kîlo teqemenî di wan de hene ku bi wan teqemeniyan dikarin bombeyên destî çêbikin. Ji bilî wî mazot, 430 kîlo amonyûn nitrata xwurtkirî bidest xistine û tîmên cendirmeyan temamê malzemeyan îmha kirine.