Li ser çêrandina hewanan li hev dan: 1 kustî û 1 birîndar
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Reza li taxên Sakalli û Ortaörenê, du alî li ser meseleya çêrandina heywanan munaqeşe kirin û paşî bi sîlihan lihev xistin. Kesên bi navên M.V.K û K.G birîndar bûn. Tîmên cendirmeyan û tîmên tesnduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Kesê bi navê M.V.K birîna wî xedar bû wî birin nexweşxaneyekî taybet lê li wê derê jiyana xwe ji dest da. Birîndarê bi navê K.G. ji lingê xwe birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li ser bûyerê sê kesên bi navên F.Y, K.G û S.Y bi sîlihên ku di pevçûnê de bikaranîbûn hatin girtin. Li ser bûyerê li ciyê bûyer qewimiye, tedbîrên asayîşê hatine sitendin û lêpirsîna di bûyerê de dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin