Li Ezeromê serê çêrandina pez: 1 kustî, 3 jî birîndar...
PeyamaKurd – Li bajarê Erzerom ê Bakurê Kurdistanê bi sedema çêrandina pez li nav zeviyan di navbera du aliyan de pevçûn çêbû.
Hat zanîn li navçeya Hesenkeleh a Erzeromê, ji ber lihevnerkirina çêrandina pez, di navbera du malbatan de şer derket ku di encamê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li Taxa Çogender a navçeya Hesenkelehê, di navbera Y.T. û A.Y. de, ji ber çêrandina pez nîqaş derket û piştî demekê nîqaş vegeriya şerê bi çekan.
Bi tevlîbûna endamên malbata herdu kesan re şer dijwar bû û di encama şerê bi çekan de A.T. li cihê bûyerê can da û 3 kesên din navê wan nehatiye zanîn jî birîndar bûn.
Birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û cendermeyan jî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin