Li ser mamosteyekî Kurd bi hinceta “Propagandeya PKKê” dest bi lêpirsînê hat kirin

11 April 2023 12:00 0 dîtin
Li ser mamosteyekî Kurd bi hinceta “Propagandeya PKKê” dest bi lêpirsînê hat kirin

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, derbarê mamosteyê Kurd Hudai Morsumbul de, bi hinceta “Propagandeya PKKê” dest bi lêpirsînê kir û daxwaza ji kar dûrxistina wî dike.

Mamosteyê Kurd Hudai Morsumbul ku berê li navçeya Akdenizê ya ser bi parêzgeha Mêrsînê li dibistaneke hikumî mamosteyê Tirkî bû, îsal tayînî Çewliga Bakurê Kurdistanê hat kirin. Berî wê jî ji ber di dersê de bi xwendekarên xwe re bi Kurdî axivî ye û beşdarî kampanyayên dersên bijarde yên Kurdî bûye derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û cezayê pereyan lê hatibû birîn.

Li gor Hudai Morsumbul li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê derbarê wî de bi hinceta “Propagandeya PKKê” û “Reşkirina Dewletê” lêpirsîn daye destpêkirin.

Di nivîsa Wezaretê de hatiye eşkerekirin, “Hudai Morsumbul li ser Twitterê propagandaya PKKê dike û dewletê reş dike, herwiha derfetên dewletê bo piştgiriya rêxistinên terorê bikar tîne.”

Li gor lêpirsînê hatiye destpêkirin ku Morsumbul wek “tawanbar” hatiye qebûlkirin û daxwaza ji kar dûrxistina wî tê kirin. Wezaretê 6ê Nîsanê bi belgeyekê Morsumbul ji lêpirsînê agahdar kiriye û ji bo parastina nivîskî pêşkêşî Wezaretê bike, 7 roj mohlet dane wî.

Morsumbul li ser hesabê xwe yê Twitterê belgeya lêpirsînê parve kir û bi Zazakî got: “Ez Kurd a. Terorist nîya. Ziwanê mi Kurdî yo. Ziwanê terorî nîyo. Tarixa Kurdan tarîxa terorîstan nîyo. Ala Kurdan Ala terorîstan nîyo.”