Li ser pirsgirêka arazî kesekî hat kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Baskilê di navbera zarokên apan de pevçûn derket. Pevçûna ku li ser arazî derket nexweş encam da û Cebrail Ö. di pevçûnê de hat kuştin.
Pevçûn, li navça Baskilê li gundê Suyatağı li mezra Torsuşağı çêbû. Munaqeşe ewilî di navbera Mesut Ö. û kurapê wî H.İ.Ö. de destpêdike. Paşî zarokên H.İ.Ö. tevlî munaqeşê dibin. Di pevçûnê de Mesut Ö. li kurmamê xwe Cebrail Ö.dixe û dikuje.
Cenazê Cebrail Ö. li, goristana bajêr ya Meletiyê defin dikin. Hêzên asayîşê Mesut Ö. xistin binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin