Wî suhibandin kesekî din û bi kêran ew kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Bağcılarê 3 kesên ji Sûriyê bi kêra li hemwelatiyekî Tirkiyê yê bi navê Veysel Şirin (27) xistin û ew kuştin. Tîmên tenduristiyê Veysel Şirin birin nexweşxanê lê fêde nekir û Şirin li nexwexanê can da. Li ser bûyerê hêzên asayîşê an ku polîs 5 kesan xist binçav.
Gumanbarên bûyerê ragihandin ku Veysel Şirin şuhibandine yekî din yê Sûriyeyî û di navbera wan yê Sûriyeyiyê din de, pirsgirêka deynan an ku ya danûsitendina pere heye lê bi şaşî li Veysel Şirin xistine.
Her sê gumanbar, piştî li Veysel Şirin xistin reviyabûn lê polîs karibû nasnama wan tesbît bike û wan desteser bike. Îfadên her 5 gumanbaran li baregeha asayîşê tê sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin