Trump, 2 polîsek efû kirine ku sala 2020î ji ber kustin kesekî res hatibûn mehkûmkirin
PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump “bê şert û merc” 2 polîsên berê efû kirine yên ku sala 2020î bi kuştina zilamekî reşik sûcdar dihatin sûcdarkirin.
Li gorî rojnameya The Hill, Serokê nû yê Amerîkayê Trump biryara efûyên nû daye.
Trump polîsê berê yê li Washingtonê Terence Sutton ku ji ber kuştina ciwanê reş ê (20) bi navê Karon Hylton-Brown sala 2020î, 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn, “bi tevahî û bêşert” efû kiriye.
Serokê DYAyê polîsê bi navê Andrew Zabavsky jî efû kiriye ku ji ber veşartina delîlên heman cînayetê 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin