Li ser rêya Mûs û Bedlîsê 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

18 May 2024 21:27 0 dîtin
Li ser rêya Mûs û Bedlîsê 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya Mûş û Bedlîsê di qeza çûnûhatê de du otomobil li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. Kesên di qezayê de birîndar bûn wan birin nexweşxansan.

Di qezayê de Feride Ebrar A., Yağmur A., Mehmet Hüseyin A., ajotvan Alirıza A. û Şemdin Tulgar, Samet Tulgar, Selcan Tulgar û bebekê ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn. Li ser giliyê xelkê, tîmên cendirmeyan, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran birin nexweşxanên dewletê yên Mûş, Bedlîs û Norşênê. Ji birîndaran Şemdin Tulgar, Samet Tulgar û Selcan Tulgar li nexweşxanê can dan.