Li ser rêya Bedlîs-Mûsê 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li ser rêya Bedlîs û Mûşê 2 otomobîl ser bi serî li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Piştî qezayê her dû otomobîl bûne xwurde û kesên bi navên M.A. û H.S. li ciyê rûdanê jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê, tîmên tenduristiyê, îtfaiyê, polîs û AFADê çûn ciyê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndarên bi navên F.S.,H.B. û Ş.B. birin nexweşxanên bajarên Bedlîsê û Mûşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin