Li ser rêya Sengal-Telaferê qeza: 8 kesên ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Di qezaya ku li ser rêya Şengal-Telaferê de kamyonek barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn, piraniya wan jin û zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Doh danê êvarê li ser rêya sereke ya navçeya Telafer a Mûsilê û Şengalê, otomobîleke ku jin û zarok tê de bûn, li kamyoneke barhilgir li hev qelibîn.
Derbarê bûyerê de Berpirsê Ofîsa Duhokê ya Wezareta Koç û Koçberan Pirdeyan Cefer diyar kiriye, hemû kesên ku di wê qezayê de jiyana xwe ji dest dane Êzîdiyên Şingalê ne.
Cefer da zanîn ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane şofêrê otomobîlê xelkê bajarokê Xanesorê ye, 2 ji wan xelkê gundê Til Uzeyr, 2 ji wan jin û yên din jî zarok in.
Pirdeyan Cefer diyar kir ku şofêrê kamyonê yê ku di qezayê de bû bi giranî birîndar bû û hat dermankirin.
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Morga Tiba Edlî ya Mûsilê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin