Li ser reformên wezareta Pêsmerge: “Welew hêdî be jî reformên wezaretê dewam dikin”
PeyamaKurd – Sekreterê giştîyê wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Korgeneral Baxtiyar Muhammed, got ku welew hêdî be jî reformên wezareta Pêşmerge dewam dikin. Muhammed di babeta dewama reforman de, di yekkirina Pêşmerge de weha got:
“Bi Amerîka re peymana me ya lihevkirinê heye û xebata me dewam dike. Reformên wezareta Pêşmerge dewam dikin. Her çiqas li pêşiya me astengî hene jî di pêvajoyê de pêşdeçûn heye. Şerê li hemberê IŞİDê, têkiliyên navbera Bexda û Kurdistanê, pirsgirêka budçê û gengeşeyên navxwe tev sedemin ku reformên wezaretê hêdî dimeşin.”
Muhammed her weha behsa tûxayên hevpar yên ku wê wezareta bergiriya Iraqê û wezareta Pêşmerge bi hev re danîna de got ku heya niha bi temamî dest bi wezîfê nekirine û difikirin jimara wan derxin asta tumenê.
Muhammed got ku alîkariya Amerîkayê dida Pêşmerge ya darayî asta wê %25 daxistiye lê ev nayê vateya ku bi hêzên hevpar re hevkarî kêm bûye. Muhammed weha dewam kir:
“Piştî peymana lihevkirina bi Amerîka re biqede, dibe ku lihevkirinekî dinê bikeve rojevê. Me bihîst ku wê di sala 2025an de desteka Amerîkayê ji bo Pêşmerge zêdetir bibe. Amerîka, her sal di çarçova desteka li hemberê IŞİDê de destekê dide hêzên asayîşa Iraqê, hêzên Pêşmerge û Hêzên Demokratîk yên Sûriyê.”
Koşka Sipî ji bo Kongra Amerîkayê bernama darayî şandiye ku wê di 1ê Cotmehê de ya sala nûh destpêbike û ya sala 2025an e, ji bo Pentagonê 849,8 milyar dolar pere xwestiye. Ji van peran hukumeta Amerîkayê ji bo Pêşmerge û Hêzên Iraqê 380 milyon 758 hezar dolar û ji bo HDSê 147 milyon û 941 hezar dolar pere xwestiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin