Neçîrvan Barzanî bi heyeta Amerîka re li ser reformên wezareta Pêsmerge axifî
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyeta Amerîkayê ya li Iraqê ya serokê ofîsa alîkariya ewlehiyê general Kiss Philips û bi heyeta wî ya leşkerî û dîplomatîk ve qebûl kir.
Li ser mijarên weka reformên ku di wezareta Pêşmerge de xebatên wan dewam dikin, koordinasyon û alîkariya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê de, êrîşên ku li Hewlêrê dibin ser hêzên koalîsyonê û hem ewlehiyên dawiyê yên li Iraqê û pêşdeçûnên leşkerî, li Iraq û Sûriyê têkoşîna li hemberê IŞİD ê, rewşa li Mûsil û Şengalê, li ser van babetan tev axaftin hatin kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa têkbirina IŞİD ê kir ku ji bo îstîqrara Iraqê û herêmê pir girînge. Barzanî bi sedema alîkariya ku Amerîka û hêzên koalîsyonê didin Iraqê û Herêma Kurdistanê sipasiya wan kir û balê kişand ser girîngiya reformên di wezareta Pêşmerge de dibin û behsa girîngiya tevlîbûna Amerîka û welatên dost di pêvajoyê de kir.
General Philips jî di çarçoveya diyaloga Iraq-Amerîka de behsa guherîna rola di hêzên Amerîkayê de kir. General got ku ji bo IŞİD têk here, divê di nav terefan de alîkarî û koordîsanyon dewam bike û got ku ew reformên di wezareta Pêşmerge de dişopînin û destek dikin.
Di hevdîtinê de balyozê Amerîkayê yê Hewlêrê Robert Palladino jî amade bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin