Neçîrvan Barzanî, bi heyeta Îngîltere re li ser mijarên herêmê axifî

10 August 2021 01:51 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî, bi heyeta Îngîltere re li ser mijarên herêmê axifî

PeyamaKurd – Balyozê Îngîltere yê Bexdayê Mark Bryson-Richardson û heyeta pêre ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat qebûlkirin. Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku balyozê Îngîltere nûh dest bi wezîfa xwe ya Bexdayê kiriye, jê re serkeftinê xwest. Barzanî bo balyoz û heyeta wî ragihand ku bo balyoz di karê xwe de serkeftî be, çi ji destê Herêma Kurdistanê were dê bo wî bike.

Her dû teref li payîtext Hewlerê hevdîtina xwe kirin û li ser mijarên weka têkiliyên Îngîltere û Herêma Kurdistanê û têkiliyên bi Iraqê re, pêşdebirina hevkariya navbera her dû terefan, hilbijartinên li Iraqê, IŞİD û êrîşên terorîstî, wezîfa koalisyona navdewletî li Iraqê ya li hemberê IŞİD ê, koordinasyona navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê û têkoşîna li hemberê pandemiyê, axifîn.

Her dû teref di hevdîtinên xwe de li ser pêşdebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere daxwazên xwe gotin û behsa derfetên sektora taybet bo veberhênanê hat axaftin.

Her weha her dû teref li ser Diyaloga Stratejîk ya Iraq-Amerîkayê, têkiliyên Herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re, pêşdeçûnên li herêmê û li ser krîza Sûriyê axifîn.