Neçîrvan Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Îngîltere re civiya

15 September 2021 23:22 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Îngîltere re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo seredana fermî çû Îngîltere û bi wezîrê bergiriyê yê Îngîltere bi Ben Wallace re civiya. Barzanî ji bo seredanên dîplomatîk gihabû Îngîltere û ji aliyê wezîrê hêzên çekdar James Heppey de li Londrayê hatibû pêşwazîkirin.

Barzanî di pey de ji bo li ser mijarên siyasî, bazirganî û ewlekariyê biaxifin, bi wezîrê bergiriyê Ben Wallace re hat cem hev.