Neçîrvan Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya

29 September 2020 22:17 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiya

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û heyeta pêre civiya. Ragihandin ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê ji ofîsa çapenemiyê hat kirin.

Di hevdîtinê de rewşa asayîşa Iraqê, rewşa grûbên çekdar yên ku bo nûner û konsilxaneyên welatên biyanî tehdîdin, tehdîda İŞİD ê û rewşa hêzên koalîsyona navdewletî li hemberê İŞİD ê axifîn. Her dû teref pêdiviya hevkarî û dewama têkoşîna hêzên koalîsyonê ya li dijî İŞİD ê ragihandin.

Barzanî û Guerini li ser pêdiviya desteka hêzên koalisyona navdewletî bo Iraqê û Kurdistanê bûn hemfikir. Guerini got ku wê desteka Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê dewam bike. Barzanî bi sedema desteka Îtalyayê ya ji aliyê leşkerî û mirovî de ku di çarçoveya koalisyona navdewletî de bo Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye û bi sedema Parlementoya Îtalyayê wextê mayîna leşkerên xwe yên li Kurdistanê û Iraqê dirêj kiriye, sipasiya Parlementoya Îtalyayê kir. Barzanî bi sedema êrîşên grûbên çekdar bo ser nînertî û konsulxaneyên dewletên biyanî yên li Iraqê xemgîniya xwe ragihand û weha got:

“Wezîfeya nûnertiyên dîplomatîk û wezîfa Koalîsyona Navdewletî bo Iraqê pêdiviye. Bo alîkarî û destekê, divê asayîşa wan bê temînkirin. Herêma Kurdistanê li hemberê her tehdîdên ku gavan bavêje û tedbîran bistîne, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî destek dike.”

Di hevdîtinê de her weha behsa Kovid-19 ê hat kirin û bi sedema Îtalya di mijarê de xwediyê tecrubeyane, li serê axaftin hatin kirin.

Piştî hevdîtinên bi rêvebiriya herêma Kurdistanê, wezîrê Îtalî Guerini bo bi serokê Iraqê bi Berhem Salih re hevdîtinan bike çûbû bajarê Silêmaniyê.