Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi heyeta kongra Amerîkayê re civiyan

19 February 2022 20:59 0 dîtin
Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi heyeta kongra Amerîkayê re civiyan

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeta Kongra Amerîkayê ya di asta bilind de re civiyan. Her dû Barzanî ji bo tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin li Almanya ne. Çend roje ku Kurd li Munîhê dîplomasiyeka xwurt û birêkûpêk dimeşînin.

Serpereştiya heyeta kongra Amerîkayê Senator Lindsey Graham dike û di nav heyetê de ji partiya Komarî û Demokratan senator hene. Di civînê de her dû teref li ser rewşa siyasî ya Iraqê, li ser pêşdeçûnên dawiyê û li ser avakirina hukumata nûh ya Iraqê rawestiyan.

Heyeta Kongrê ya Amerîkayê ragihand ku têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê xwurtin, tevî hemû zahmetiyên hene jî, divê têkilî xwurt bibin û dewam bikin.

Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û serowezîr Mesrûr Barzanî ji bo desteka Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê sipasiya Amerîkayê kirin û ragihandin ku heya rêxistina IŞİD ê bi temamî ji ortê rabe, divê alîkariya Amerîkayê dewam bike.

Her dû teref li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê ya ku di derbarê xaz û petrola Herêma Kurdistanê de daye rawestiyan û gotin ku biryar alîkariya çareseriya pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê nake.