Nêçîrvan Barzanî endamê Kongra DYAyê Seth Moulton qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî endamê Konra Amerîkayê (DYA) Seth Moulton li Hewlêrê qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de, her dû teref li ser têkiliyên Kurdistanê û DYAyê û pêşdeçûnên li herêmê axifîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber desteka daîmî ya DYAyê ya ji bo Kurdistanê, sipasî û dilxweşiya xwe ragihandiye. Endamê Kongra DYAyê Moulton jî ragihandiye ku:
“Wekî endamê Kongrê û dostekî, ez ê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bikim.”
Di hevdîtinê de her dû teref li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê, têkiliyên Erbîl û Bexdayê, reformên di wezareta Pêşmerge de, pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û li ser mijarên din axifîne.
Di hevdîtinê de balyozê DYAyê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin