Nêçîrvan Barzanî bi heyeta Amerîka re civiya

03 May 2023 23:47 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi heyeta Amerîka re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi heyeta di bin serpereştiya cîgira musteşarê wezareta karên derve yê Amerîkayê yê ji karên Rojhilata Navîn berpirs Barbara Leaf re ku ji balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski û bi balyozê Erbîlê yê Amerîkayê Irvin Hicks pêkdihat re civiya.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; teref li ser têkiliyên Amerîka yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, sehayên hevkariya kar, rewşa siyasî û aboriyê ya Kurdistanê û Îraqê, têkiliyên Kurdistanê bi Iraqê re axifîne.

Teref ragihandine ku divê peymana bi wezareta bergiriyê ya Iraqê û wezareta Pêşmerge re hatiye îmzekirin were cîh û pêwiste reformên Pêşmerge, birêxistin û pêvajoya yekgirtina Pêşmerge dewam bike.

Pirsgirêkên nav herêma Kurdistanê, bi taybetî yekîtiya navbera partiyan û pirsgirêkên navbera wan divê bê çareserkirin. Pêşdebirina sektora taybet, firehkirina sehayên veberhênanê û xwurtkirina hevkariya bi Amerîkayê re babetên hevdîtinê bûn.

Di hevdîtinê de têkoşîna li hemberê IŞİD ê, rewşa giştî ya harêmê û pêşdeçûnên dawiyê li ser masa wan bûn.