Nêçîrvan Barzanî û heyeta Amerîkayê behsa girîngiya yekîtiya partiyên Kurdistanê kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şêwrimendê taybet yê serokê Amerîkayê û hem dîrektorê Rojhilata Navîn û Afrîka bakûr yê Konseya Netewî ya Amerîkayê Terry A. Wolff û heyeta di bin serpereştiya wî de qebûl kir.
Nêçîrvan Barzanî tevlî Forma Zankoya Silêmaniyê ya 7 em bû û heyeta di bin serpereştiya Terry A. Wolff ya Amerîkayê qebûl kir. Di hevdîtinê de her dû teref behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê ya siyasî û aborî kirin û her weha behsa têkiliyên navbera Hewlêr-Bexdayê û pirsgirêkên navbera wan kirin.
Heyeta Amerîkayê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê taze kir, behsa girîngiya yekîtiya navbera YNKê û PDK ê û terefên Kurdistanî kirin û her weha behsa girîngiya rola yekîtiya terefên siyasî yên Kurdistanî di çareseriya astengiyên Iraqê de kirin.
Her dû teref ragihandin ku çareseriya pirsgirêkên navbera Erbîl-Bexdayê wê destekê bide îstîqrara navbera Kurdistan û Iraqê, hem destekê bide siyaset û aboriya welat. Her weha her dû teref desteka ji bo rojeva hukumeta Sûdanî ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin