Nêçîrvan Barzanî li gel Serkonsûla Amerîka li Iraqê civiya

01 November 2023 15:52 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel Serkonsûla Amerîka li Iraqê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1yê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serkonsûla Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li mala xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya Serkonsûla Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, her du aliyan daye zanîn ku “li Îraqê parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî girîng e.”

 

Di hevdîtinê de mijara "pêşvebirina pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê" hatiye gotûbêjkirin.

 

Herwiha Barzanî û Romanowskiyê behsa “girîngiya parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Iraqê û ewlehiya wan” kiriye.

Li aliyê din, mijarên wekî “Rewşa Herêma Kurdistanê û rûdanê dawiyê yên li herêmê” jî di vê hevdîtinê de hatine gotubêj kirin.