Li ser rêya Colemêrgê qeza trafîqê birîndar hene

11 March 2019 17:25 0 dîtin
Li ser rêya Colemêrgê qeza trafîqê birîndar hene

PeyamaKurd - Li ser rêya bajarê Kurdistana Bakûr yê Colemergê , maşînayan polîs û rewîyan li hev qelibîn,  di qazayê de 2 kesa jiyana xwe ji dest da û  6 jê polîs, 17 kes birîndar bûn.

Qaza, îro nava rojê li ser rêya di navbera Wan- Colemergê li nezî Xewasorê pêk hat.

Polîsê ku ji bo mîtinga  Serokê Tirkîyê  Recep Tayyip Erdoğan yê ji bo  bernama li Colemergê ji Wanê ketibûn rê li minîbûsa rewîya ya bi pîlaqa 65 V 4634 re qelîbî di qezayê de 2 kesa jiyana xwe ji dest dan û  6 jê polîs bi giştî 17 kes birîndar bûn.  Gellek ambûlans çûn cihê bûyerê .

Piştî li cihê bûyerê hatin derman kirin birîndar rakirin nexweşxanêyên Wanê