Li ser rêya sereke ya di navbera Colemêrg û Wanê de tunelek herifî: Hejmarek karker di bin de man

17 September 2022 09:30 0 dîtin
Li ser rêya sereke ya di navbera Colemêrg û Wanê de tunelek herifî: Hejmarek karker di bin de man

PeyamaKurd – Li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Colemêrg û Wanê de tunelek herifî û di encamê de hejmarek karker di bin de man. Hat ragihandin ku herî kêm 2 karkeran can dane û kar û xebatên derxistina karkerên berdewam e.

Herwiha îro 16ê Îlona 2022an li derbasoka Guzeldere ya li ser rêya sereke ya Wan-Colemêrgê beşeke tunela rê ku çêkirina wê berdewam dikir ji ber sedemek nediyar herifî.

Hat ragihandin ku hejmarek karkerên di tunelê de kar dikirin di bin xirabeya tunelê de mane.

Herwiha piştî agahdarkirinê tîmên rêveberiya rewşên bilez û tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û ji bo rizgarkirina wan karkeran dest bi karxûbatan kirin.

Medyaya Tirkiyê da zanîn, herî kêm du karkeran can dane û hejmarek karker jî birîndar bûne.

Yek ji birîndaran Cemil Diyapoglu ku ji bin xirabeya tunelê hatiye derxistin û  bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatiye rakirin dibêje  dema wan di tunelê de kar dikir ji nişke ve tunel herifiye û dema wî hewil dida hevalên xwe rizgar bike ketiye bin kevir û axê.

Hat ragihandin ku kar û xebatên derxistina karkerên din berdewam in.