Li ser rêya TEM ê qeza çêbû: 4 kes mirin

03 April 2021 20:46 0 dîtin
Li ser rêya TEM ê qeza çêbû: 4 kes mirin

PeyamaKurd – Li Ankara li ser rêya TEM ê qezayeka zincîre çêbû û 9 erebe tevlî qezayê bûn. TIR a ku ji paş de diçû li otomobîla pêşiya xwe xist. Erebeyên ji paş de hatin, tev li hev ketin û qeza mezin bû. Di encamê de 4 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku kamyonê lêxist, tê de Akdoğan Demir, Sabahat Demir, Tenzile Akdoğan û Mehmet Demir jiyana xwe ji dest dan. 5 kesin di erebeyên din de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdariyê tîmên tenduristiyê li ciyê qezayê mudaxeleyê birîndaran kirin û kesên can dabûn, wan bi ambûlansan birin morgên nexweşxaneyên nêz.