Li Çiyayê Tendûrekê qeza çêbû û 2 kes mirin

09 September 2021 21:38 0 dîtin
Li Çiyayê Tendûrekê qeza çêbû û 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li ser rêya navbera navçeyên Bazîdê û Çildêranê li Çiyayê tendûrekê 2 barkêşên di heman rêyê de diçûn lihev ketin. Li ser qezayê tîmên tenduristiyê xwe gihandin ciyê bûyerê.

Ajotvan Sarıboğa li ciyê bûyerê û ajotvanê dinê Arif Teyber li nexweşxana dewletê ya Bazîdê ya bi navê Dr. Yaşar Eryılmaz jiyana xwe ji dest da.