Li Hindistanê qeza çêbû: 45 kes mirin

11 September 2018 18:01 0 dîtin
Li Hindistanê qeza çêbû: 45 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê otobusa ku ji merasimeka olî dadigeriya di helan de çû jêr û di encamê de 45 kes jiyana xwe dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandinê; otobusa rêwiyan ji perestgeha Anjaneya Swamy dadigeriya û bûyer li eyaleta  Telanganayê, li devera Jagtiyalê çêbû. Di nava miriyan de 20 kes jê jin û 6 kes ji wan zarokin.

Li ser qezayê lêgerîn hat destpêkirin.