Li Meresê qezayek çêbû: “7 kes mirin!”
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Mereşê otobûseke rêwiyan ji rê derket û qelibî. Di encama qezayê de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otobûsan rêwiyan li ser rêya Mereş-Kayseriyê li nêzîkî navçeya Goksûnê seet li dora 03:00yê şevê ji rê derket û di kêş de çû xwarê. Li gorî agahiyên pêşî di encama qezayê de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê gelek ambulans derbasî herêmê bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin