Li Elezîz û Meresê erdhej çêbû!

21 August 2024 11:29 0 dîtin
Li Elezîz û Meresê erdhej çêbû!

PeyamaKurd – Îro danê sibê 2 erdhej pêk hatin, navenda wan navçeya Palu ya Elezîzê û navçeya Goksun a Mereşê ye.

Li gor agahiya AFADê di derdora seat 05.15an de ku navenda wê Paluya navçeya Elezîzê ye bi lerza 3,8an erdhejek pêk hat. Hat diyarkirin ku erdhej 11 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Li navçeya Goksun a Mereşê di derdora seat 07.46an de erdhejeke din a bi lerza 3,6an pêk hat.

Li gorî AFADê, erdheja ku navenda wê navçeya Goksunê bû, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.