Li Elezîz û Meresê li pey hev erdhej çêbûn!
PeyamaKurd – Li Sivrîceya navçeya Elezîzê bi hêza 3,9an erdhejek pêk hat. Li navçeya Turkoglu ya Mereşê bi lerza 3,5an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afatê (AFAD) hat dayîn, di saet 04.17an da erdhejeke bi lerza 3,9an pêk hat û navenda wê Sîvrîce ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin