Li Meresê du erdhej çêbûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, bi tundiya pileyên 4,1 û 3,5 du erdhej çêbûn.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro 18ê Hezîranê li demjimêr 01:02 li navçeya Goksun a Mereşê bi hêza 4.1 erdhejekê rû da ku kûrahiya wê ya ji erdê 11.74 km bû
Herwiha li gorî daneyên AFADê îro danê sibehê li demjimêr 07:56 jî di kûrahiya 11.34 km de, li Bazarcix a Mereşê erdhejekê rû da.
Derbarê herdu erdhejan de ti ziyan nehatin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin