Li Meresê li pey hev 3 erdhej çêbûn
PeyamaKurd - Li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê, îro Yekşemê 24ê Kanûnê 3 erdhej li pey hev çêbûn.
Li gorî ragihandina Çavdêrxaneya Kandilli ya Bogaziçiyê, li demjimêrên sibehê 06:02, 06:15 û 08:52 li pey hev sê erdhejan rû da.
Hate diyarkirin ku tundiya erdhejan bi hêza pileyên 3,1 û 3,2 bûye û kêrahiya wan jî ji 2 km heya 5 km binê erdê bûye.
Derbarê van erdhejên tirs çêkir de, ti ziyanek nehatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin