Li Elezîz, Çewlik û Meresê erdhej çêbûn
PeyamaKurd – Li Yayladere bi lerza 5, li Karakoçanê 4,8 û li Pazarcikê 4,0 erdhej pêk hatin.
Rasatxaneya Qendîlliyê ragihand, di saet 03.35an de li navçeya Yaylıdere ya Çewlikê erdhejeke bi lerza 5an pêk hat.
Erdheja ku navenda wê gundê Bilekkaya ya navçeya Yaglidere bû, 5 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Li gor AFADê di saet 03.35an da li Karakoçana navçeya Elezîzê bi lerza 4,8, li Mereşa Pazarcikê saet di 03.49an da erdhej çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin