Li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê 210 hezar koçber hatin girtin

16 April 2022 22:52 0 dîtin
Li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê 210 hezar koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Rêvebirên Amerîka yên li ser sînor ragihandin ku di meha adarê de 210 hezar koçberên Meksîkayê ku xwestin sînor derbas bikin û herin Amerîkayê, hatine girtin.  Li gor rêjeyên gumrik û parastina sînor yê Amerîkayê koçberên meha adara îsal li gor sala borî %24 zêdetir bûne û jimara wan gihaye 210 hezarî.

Piştî Trump, Biden hat ser hukmê Amerîkayê û jimara koçberan li gor dewra Trump zêdetir bû.