Li ser sînorên du welatên zilhêz zengilê ser lêdide!
PeyamaKurd – Di navbera Çîn û Hindistanê de, nakokî û aloziya li ser sînorên Hîmalayan gihîştiye asta şer ku li ser sînorên rojhilatê herêma Ladakh a hevsînorê Çînê 68 hezar leşker hatin bicihkirin.
Li gorî nûçeya Hindu Timesê li ser sînorên Çîn-Hindistanê zengilê şer lêdide û beriya hevdîtinên çareseriya nakokiyên sînorî yên 19emîn, 68 hezar leşkerên Hêzên Asmanî yên Hindistanê li herêma Ladakh hatin bicihkirin.
Çavkaniyên leşkerî ji Hindu Timesê re ragihandine ku leşker ligel hemû alavên şer gihîştine herêma sînorî ku 330 wesayîtên şer, 90 tank, çekên giran û topxane di karwana leşkerî de cî digirin.
Biryar hevdîtina 19emîn a çareserkirina nakokiyên li ser sînoran bi beşdariya Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û Serokê Çînê Şi Cinping pêk were.
Di navbera Çîn û Hindistanê de sînorekî 3 hezar û 500 km heye ku herêma Çiyayên Hîmalaya xeta nakokiyê ye û herêmeke deshilata wê nediyar e. Çîn beşek ji wan herêmên sînorî wekî xaka xwe dizane û Hindistan jî dibêje, Çînê 38 hezar km çarçik erda wan dagir kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin