Welatên Baltikê û Polonyayê sînorên xwe ji Rûsan re qedexe kirin!

19 September 2022 21:17 0 dîtin
Welatên Baltikê û Polonyayê sînorên xwe ji Rûsan re qedexe kirin!

PeyamaKurd – Welatên Baltikê Litvanya, Letonya û Estonya û Polonyayê ji ber şer û êrîşên berdewam ên ser Ukraynayê, sînorên xwe ji welatiyên rûsî re girtin.

Li ser navê her çar welatan Wezîrê Navxwe yê Lîtvanyayê Agne Bilotate ragihand ku wan vîzeyên serdana welatiyên rûsî bo hersê welatan betal kirine.

Agne Bilotaite wekî sedema vê biryarê jî da xuyakirin, “Rûsya dewleteke êrîşkar a nayê pêşbînîkirin çi dike ye. Rêjeyeke ji çaran sisiyê rûsan piştevaniya şerê Ukraynayê dikin. Ji ber piştevaniya wan a şer serdana wan a bo Litvanya û welatên Yekîtiya Ewropayê bi serbestî nayê qebûlkirin.”

Herwiha Bilotaite diyar kir ku hemwelatiyên rûsî ji ber piştevaniya xwe ya şer, ji bo Yekîtiya Ewropayê gefê çêdikin.

Hat eşkerekirin ku vîzeya Shengen a welatiyên rûsî hebe jî wê nikaribin serdana wan her çar welatan bikin û derbasî Ewropayê bibin.