Wezîra Brîtanya: Wê Pûtîn pistî Ûkraynayê berê xwe bide welatên Baltikê

20 February 2022 23:12 0 dîtin
Wezîra Brîtanya: Wê Pûtîn pistî Ûkraynayê berê xwe bide welatên Baltikê

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss li ser aloziya Ûkraynayê û armancên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyanî da.

Liz Truss got ku armanca Pûtîn a piştî Ûkraynayê wê welatên Baltikê bin û diyar kir, “Hefteya pêşiya me dibe ev Ûkrayna be, lê piştî wê kîjan e?”

Truss di hevpeyvîna ligel Daily Mailê de destnîşan kir, "Welatên Baltik di bin metirsiyê de ne. Rojavayê Balkanan jî wisa ye. Pûtîn ev hemû bi zelalî got ku ew dixwaze Rûsyaya mezin damezrîne û vegere wan salên ku beşek mezin ji Rojhilatê Ewropayê kontrol bike.”