Li Sêrtê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo 15 rojan hemû çalakiyên cemawerî, civînên çapemeniyê, grev û vedana konan hate qedexekirin.
Parêzgariya Sêrtê da xuyakirin ku heta 12yê Hezîrana 2023yan ji bo 15 rojan hemû cûre xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana konan, vekirina standan û çalakiyên bi wî rengî hatine qedexe kirin.
Hat diyarkirin ku ew qedexe bi hinceta operasyonê artêşa Tirkiyê yên li hemberê PKKê hatiye ragihandin û mebest parastina aramiya herêmê û hemwelatiyan e.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê biryara qedexekirinê çalakiyên fermî yên parêzgar û qeymeqaman li xwe nagire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin