Li Silêmaniyê 4 hemwelatiyên Tirkiyê ji ber diziyê hatin girtin

08 February 2020 16:39 0 dîtin
Li Silêmaniyê 4 hemwelatiyên Tirkiyê ji ber diziyê hatin girtin

PeyamaKurd - Rêveberiya Polîsê parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku 4 hemwelatiyên Tirkiyê bi tohmeta diziyê hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ew her çar kes dema ku hewl didan çend dikanên zêrfiroşiyê bişelînin li qezaya Seyidsadiqê, ji aliyê hêzên polîs ên binkeya Hesar, beşa polîsê wê qezayê ve hatine desteserkirin.

Her li gor zanyariyên polîsê Silêmaniyê, di dema desteserkirina wan tohmetbaran de, dest bi ser seyarekê û çend amûrên bo qulkirina dîwar û çend perçe cil û bergan de hatiye girtin.

Polîsê Silêmaniyê li ser wê egerê disekine ku wan tohmetbaran bi mebesta xapandina hêzên emnî hewl dane wan cil û bergan bikar bînin.

‘Piştî diziye plan dikirin ku vegerin Tirkiyê’

Hatiye belavkirin ku tohmetbaran plansaziya xwe kiribûn ku piştî şelandina wan dikanan vegerin bo Tirkiyê.

Polîsê Silêmaniyê amaje bi wê jî dike,  ew her 4 kes bi fermana dadger hatine girtin û lêkolîna derbarê wan de berdewam e.