Hemwelatiyên Tirkiyê yên ji Iraqê hatin vegerandin li Batmanê xistin karantînayê
PeyamaKurd –90 hemwelatiyên Tirkiyê yên ji Iraqê hatin vegerandin di çarçoveya tevdîrên koronayê de li Batmanê xistine karantînayê.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku 90 hemwelatiyên Tirkiyê yên ji Iraqê hatin bi otobêzan vegerandine û di çarçoveya tevdîrên li dijî koronaya nifşê nû de (Covid-19) li wargeheke Batmanê xistine bin çavdêriyê ango karantînayê.
Hemwelatiyên ku ji bi otobêzên miduriyeta AFADê ya bajêr ji Iraqê hatibûn vegerandin li Wargeha Rojhilatê Ramanê ya Zankoya Batmanê xistine karantînayê.
Midurê Werzîş û Ciwanan ê wî bajarî Şafî Ozperk da zanîn ku vegerandina hemwelatiyên Tirkiyê ji çar aliyên cîhanê didome û da xuyakirin ku halê hazir 162 kesên ku ji Iraqê û Kazakîstanê hatine vegerandin di karantînayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin