Tirkiyê ji Iraqê û Kurdistanê 135 hemwelatiyên xwe vegerandin

25 April 2020 13:38 0 dîtin
Tirkiyê ji Iraqê û Kurdistanê 135 hemwelatiyên xwe vegerandin

PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê ji Iraqê û Herêma Kurdistanê 135 ji Îtalya û Amerîkayê 396 welatiyên xwe vegerandin.

Di çarçoveya pêşîlibergirtina li dijî belavbûna koronayê hikûmeta Tirkiyê bi berdewamî welatiyên xwe yên ku li derveyî welat asê mane vedigerîne.

Herî dawî jî 135 welatiyên Tirkiyê ku li herêmên cuda yên Iraqê û Herêma Kurdistanê bûn bi otobêzan hatin vegerandin û li Amedê hatin karantînakirin.

Herwiha Tirkiyeyê ji Îtalyayê jî 194 welatî bi balafirekê hatin vegerandin. Balafir li Balafirgeha Konyayê daket û di bin prosedurên Koronayê de wargehekî xwendekaran a bajarê Karamanê hatin karantînekirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji Amerîkayê jî 282 welatiyên xwe vegerand û li Enqereyê ew jî li wir hatin karantînekirin.