Li sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn: Leskerek birîndar bû

03 January 2025 20:02 0 dîtin
Li sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn: Leskerek birîndar bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dema artêşa Lubnanê xwestiye derîyê Marabûn Belebek ê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê bigre, ji aliyê Sûriyê ve bi buldozeran hewl dane derî vekin û ji ber vê jî di navbera hêzên wan û Sûriyan de pevçûn çêbûye.

Fermandariya Artêşa Lubnanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, "Dema yekîneyeke artêşê xwestiye derîyê nerewa yê nêzî sînorê Lubnan-Sûriye yê li herêma Marabûn-Belebek bigire, hinek kesên sûriyeyî xwestin bi buldozeran derî vekin. Li ser vê yekê endamên artêşê guleyên hişyariyê teqandin, lê sûriyeyan gule li endamên artêşê reşandin. Di encamê de pevçûn di navbera her du aliyan de derket û leşkerekî Lubnanê birîndar bû.”

Fermandariya artêşa Lubnanê diyar kir ku yekîneyên artêşê tedbîrên leşkerî girtine û lêkolîn li ser bûyerê tê kirin.

Li aliyê din hikumeta demkî ya Şamê jî biryara qedexekirina hatina lubnaniyên bêyî belgeya rûniştina li Sûriyeyê da.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Tora El Hurra re daye xuyakirin, Asayîşa Giştî ya Lubnanê ji welatiyan xwestiye ku neçin Sûriyeyê, ji ber ku di demjimêrên borî de lubnanî ji Sûriyeyê hatine vegerandin. Ewlekariya Giştî ya Lubnanê, ji vê biryara hikûmeta Sûriyê matmayî maye û daye zanîn ku sedema vê biryarê sûriyeyî ne.