Li Sirnexê brûsk bû sedema sewata genim

08 June 2024 23:33 0 dîtin
Li Sirnexê brûsk bû sedema sewata genim

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê brûskê li 5 deveran xist, di encamê de agir bi genimê xelkê ket û 360 donum genim şewitî. Ciyên ku brûskê lê daye û genimê wan şewitiye gundên Koca Pınar, Yalıntepe, Şabani, Koç Tepe û Katran in ku navê wan yên Kurmancî nehat zanîn.

Li gundê Yalın Tepe 60 donum, li Kocapınarê 130 donum û li gundê Şabaniyê 170 donum genim şewitî.Li ser şewatê îtfaiye çû ciyê bûyerê û agir vemirand.