Sedema derketina sewata qlûba Îstenbolê askera bû
PeyamaKurd – Li Îstenbolê di qlûba şevê de şewat derketibû û di encamê de 29 kes miribûn. Qlûba bi navê 'Masquerade' li taxa Gayrettepe ya Îstenbolê ye û di bin apartmanekî 16 qat de ye.
Sedema derketina şewatê hat ragihandin ku di dema qeynaxa tadîlata qlûbê dikirin, agir bi tup ketiye û tup teqiya ye. Tadîlat an guherîna ku di qlûbê de dikirin, ji bo îzolekirina dengî û dekora qlûbê bûye. Di dema tup diteqe, agir bi elyaf dikeve ku weka pembûye û zêde dûman derdixe.
Ji ber yek deriyekî çûna mekan heye, kesên di hundir de karên xwe dikirin, di hundir de asê dimînin û piraniya miriyan ji ber dûmanê mirine an ku bi jehra dûmanê fetisîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin