Li Somaliyê êrisa çekdarî: 3 jê efserên Îmaratî 6 leskeran can da
PeyamaKurd - Li Kampa Leşkerî ya General Gorod a li Mogadîşûya paytexta Somaliyê, di encama gulebarana leşkerekî de 3 jê efserên payebilind ên Îmaratê, 6 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Li Somaliyê li kampeke leşkerî, ji aliyê leşkerekî ve êrişeke gulebaranê pêk hat. Di encama gulebaranê ya li Kampa Leşkerî ya General Gorod a li paytext Mogadîşûyê de 3 jê efserên payebilind ên Îmaratê 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Êriş, piştî merasîma wergirtina çek a leşkerên ku perwerdehiya xwe temam kiribûn pêk hat.
Artêşa Somaliyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew leşkerê ku êriş pêk aniye endamê rêxistina terorî ye.
Rêxistina terorê ya El-Şebabê ku girêdayî DAIŞê ye, berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin