Li Stenbolê 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Stenbolê, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) hatin girtin û 6 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Di çarçoveya Lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de, Hevserokên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) Kamile Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de 22 endamên wê komeleyê hatibûn destserkirin û 8 roj bûn li Navenda Ewlekariya Vatanê ya Stenbolê dihatin ragirtin.
Medya Tirkiyê eşkere kir, endamên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) yên bi navên Makbule Altintaş, Veysi Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Halît Karahan, Zelal Coşkun, Şeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cîhan Kartal, Alî Koçyîgçt, Îskan Teker, Songul Kose, Îrfan Hulaku, Kamile Kandal, Mehmet Bogatekîn, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Kıyasettîn Cuheylan, Erhan Ors, Nurhayat Koçyigit û Mehmet Baran piştî karûbarên îfadeyê, bi mercê girtina bi hinceta “endamtiya rêxistinê” şandin dadgehê.
Hat ragihandin ku ji wan 22 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê hevserokên wê jî di nav de 16 kes hatine girtin û kesên bi navên Pınar Konak, Suleyman Yildiz, Îskan Teker, Ali Koçyigit, Şeref Kaya û Nurhayat Koçyigit jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin