Li Stenbolê 2 welatiyên biyanî yên bi biryara sor dihatin lêgerîn hatin girtin

15 December 2023 12:29 0 dîtin
Li Stenbolê 2 welatiyên biyanî yên bi biryara sor dihatin lêgerîn hatin girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku çi mezinahiya wan dibe bila bibe, ji bo çi bultenê jî tê xwestin bila bên xwestin, ew ê ti muhletê nedin rêxistinên sûcên organîze yên neteweyî û navneteweyî, jehrfiroş û çeteyên ku aramiya gel xera dikin. Wezîr Yerlîkaya di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

Welatiyê Îngîlîz Muhammed Zakir Miah ê ku bi talîmata sor a Înterpolê lê tê lêgerîn û serkêşê rêxistina ku li Belçîkayê li seranserê welêt belavkirina tiryakê organîze dike, li Büyükçekmeceya Stenbolê, welatiyê Çînê Chen Xuefeng ê ku li Vîetnamê ji ber birîneke giran bi bultena sor a Înterpolê dihat lêgerîn, li Bagcilara Stenbolê di operasyonên Cage-20 de hatin girtin.

Yerlikaya da zanîn ku her du şikbar ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk, Îstixbarat, Qaçaxçîtiyên Koçberan û Deriyên Sînor ên Stenbolê ve bi xebateke hevpar hatin girtin, Yerlikaya diyar kir ku xebatên radestkirina Chen Xuefen bo Vîetnamê temam bûne.

  <

? İnterpol Kırmızı Bülten’le aranan ve Belçika’da ülke genelinde uyuşturucu dağıtımı organize eden örgüt elebaşı İngiliz uyruklu MOHAMMED ZAKİR MIAH İstanbul Büyükçekmece’de,
? İnterpol Kırmızı Bülten’le Vietnam’da ağır yaralama suçuyla aranan Çin uyruklu CHEN XUEFENG İstanbul… pic.twitter.com/uVdv2kiFdn

— Ali Yerlikaya (@AliYerlikaya) December 15, 2023
>